2 zarokên ji Rojava li Zaxoyê wina nin
Li qezaya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê ve li Başûrê Kurdistanê 2 zarokên ji Rojavayê Kurdistanê winda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Li qezaya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê ve li Başûrê Kurdistanê 2 zarokên ji Rojavayê Kurdistanê winda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Înas Bedir Ehmed a 11 salî û Rehef Bedir Ehmed a 9 salî li gor dayika wan, ji ber rewşa xirab li trafîk-lightên Zaxo klîns (mendîl) difirotin.
Şefîn Hacî Mihemed, dayika wan zarokan dibêje ev 3 roj in ku çarenivîsa wan ne diyar e.
Dayika zarokên windayî herweha got, hevjînê wê ev salek e bi nexweşiya penceşêra Pancreas ketiye û niha jî ew nikare li ser lingên xwe bimeşe.
Dayika zarokan dibêje, lewma ew bi tenê di nav kolan û cadeyên Zaxo de, li pey zarokên xwe yên wendayî digere û bê çare maye.
Şefîn Hacî Mihemed dibêje, ew di rewşeke xirab de ne û daxwaz dike ku alîkariya wan bê kirin û zarokên wê bên dîtin.
Tarih: 28-11-2020