bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort esenyurt escort istanbul escorts escort istanbul şişli escort bayan beylikdüzü escort bayan sakarya escort bayan sakarya escort diyarbakır escort sakarya escort antep escort
porno izle porno porn izle porno sex türbanlı porno

içerik yükleniyor...Yüklenme süresi bağlantı hızınıza bağlıdır!

Beriya şandeya UNESCOyê rûxandina bedenên Amedê vedişêrin

​Beriya hatina şandeya UNESCO’yê ya Amedê şaneşîna hesin ya li ser dîwarên bedenên Amedê hatibû çêkirin hat rakirin.

Beriya şandeya UNESCOyê rûxandina bedenên Amedê vedişêrin


Beriya hatina şandeya UNESCO’yê ya Amedê şaneşîna hesin ya li ser dîwarên bedenên Amedê hatibû çêkirin hat rakirin. 

Li Amedê rûxandina bedenên dîrokî yên Amedê didomin. Rayedarên hikumet û rayedarên bajêr vê rûxandinê piştguh dikin. Beriya hatina şandeya UNESCO’yê ya Amedê rayedar ketine nava qisaweta paqijkirina şopên rûxandinê. 
 
Li ber bedenên Amedê, “Baxçeyê Millet” bêyî biryara Desteya Parastinên Hebûnên Çandî hebe hatiye çêkirin. Çêkirina baxçe zirarê daye bedenan. Rayedarên ku destûra vê rûxandinê ango zirarê dane beriya hatina şandeya UNESCO jî ketine nava endîşeya dê çawa şopên rûxandinê veşêrin. 
 
BERIYA SERDANÊ ŞANEŞÎNÊ RAKIRIN 
 
Di serdema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla li gel TOKÎ “Baxçeyê Millet” hatibû çêkirin û bedenên dîrokî hatine rûxandin. Di çarçoveya çêkirina baxçe de hesasiyeta bedenên Amedê li ber çavan nehatine girtin û li ser dîwar şaneşîna daliqandî ya hesîn hatiye çêkirin. Beriya hatina şandeya UNESCO ev şaneşîna di nava bedenê de hatiye çêkirin, rakirin û dixwazin şopa rûxandinê biniximînin. 
 
TÊ PAYÎN UNESCO LÊKOLÎNAN BIKE 
 
Şandeya UNESCO yekem car 4 sal piştî pevçûnên li navçeya Sûrê tê serdanê. Bedenên Amedê û Baxçeyên Hevselê di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê de ku ji aliyê UNSECO’yê ve hatin pejirandin cih digire. Tê payîn ev şandeya UNSECO têkildarî Sûrê lêkolînan bike û rapor amade bike. Li bendê ye şande di meha nîsanê de were Amedê û serdana bedenan bike. 
 
‘BÊDESTÛR HATIYE ÇÊKIRIN’ 
 
Hevseroka Odeya Avîsazan a Şaxa Amedê Selma Aslan bal kişand ser rûxandina bedenên Amedê û got projeya “Baxçeyê Millet” projeyek bêdestûr e û rakirina şaneşîna hesînê gavek dereng mayî ye. Aslan da zanîn ku çêkirina “Baxçeyê Millet” yek ji projeya wadê hilbijartinê ya AKP’ê ye û vî baxçeyî di vê çarçoveyê de çêkirine. Aslan diyar kir ku projeya “Baxçeyê Millet” projeyek bêpejirandî ye û ji bo rakirina vê şaneşînê jî serî li Desteya Parastina Hebûnên Çandî dane û piştî vê serlêdanê biryara rakirina şaneşînê hatiye dayîn. 
 
‘JI BO UNSECO NEBÎNE BI LEZ Û BEZ RAKIRIN’ 
 
Aslan bi bîr xist ku şandeya UNESCO’yê dê di meha nîsanê de serdana Amedê bike û got: “Bi boneya UNESCO vê şaneşînê neke rojev, bi lez û bez çûne vê şaneşînê rakirine.” Aslan got wan wek rêxistinên civakî yên sivîl raporek dê radestî şandeyê bikin amade dikin û bang li şandeya UNESCO’yê kir ku hevdîtinê li gel rêxistinên civakî yên sivîl jî bikin. 

Tarih: 05-03-2020

FACEBOOK YORUM
Yorum