Çeteyên Terorîst 20 xwendekar û 2 mamosteyên revandin
Çeteyên terorîst 20 xwendekar û 2 mamosteyên Kurd ên Efrînê li bajarê Ezazê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, 20 xwendekar û 2 mamosteyên Efrînê çûbûn Helebê ezmûnên pola (9 û 12) bikin û dema ji Helebê vedigeriyan Efrînê, bi rê ve li bajarê Ezazê ji aliyê çekdarên grûpa Cebhe El Şamiyê ve hatin revandin.
Wê rêxistinê diyar kir, grûpa Cebhe El Şamiyê bi tometa ku pêştir pêwendiya wan xwendekar û mamosteyan bi Rêveberiya Xweser hebû, ew desteser kirin.
Amaje bi wê da, xwediyên xwendekaran çûn bajarê Ezazê û li wan zarokên xwe û wan herdu mamosteyan pirsîn û daxwaza zanebûna sedema desteserkirina wan kirin. Lê grûpa Cehbe El Şamiyê soz da ku piştî lêpirsîn bi wan re bidawî bibe, dê werin berdin.
Ji dema artêşa Tirkiyê û grûpên çete Efrînê dagîr kirin, sîstema xwendinê guhartine û rêbazên xwendinên yên hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ferz kirine, lê beşek ji xwendekaran li malê rêbaza hikûmeta Sûriyê dixwînin, loma dema ezmûnan neçar dibin biçin li Helebê pêşkêş bikin.
Tarih: 14-07-2020