Çeteyên terorîst ev car jî dest bi diziya simaqê kirin
Çeteyên terorîst ku bi Tirkiyê ve girêdayî ne, li Efrînê, ev car jî dest bi dizîna simaqê kirine!

Talan û diziya mal û milkên şêniyên Efrînê, ji aliyê terorîstên bi Tirkiyê ve girêdayê didome.
Malpera Afrîn Post, ragihandiye ku çekdarên Tirkiyê li gundê Dêrwîş yê navçeya Reco, berhema Simaqê ya gundiyekî bi navê Mihemed Bîlal û bi dehan şêniyên din yên gund dizîn.
Beriya vê jî çekdaran simaqa gundên Remedana, Hec Qasimo, Rûta û Gundê Mezin yên navçeya Bilbilê dizîbûn.
Çekdarên Tirkiyê her wiha hevjîna şêniyê bi navê Bekir Şêxo Ehmed ji gundê Rûta êşkence kiribûn, berhemên zevîyên wî yên simaqê jî dizîbûn.
Tarih: 18-07-2020
FACEBOOK YORUM
Yorum