Çeteyên terorîst li Serê Kariyê xortek Kurd kuştin
Çeteyên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, ciwanekî li gundekî Serê Kaniyê kuştin.

Rewangeha Sûrî Mafên Mirovan belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî bi ser gundê Ezîziyê yê li rojavayê Serê Kaniyê de girt û dest bi pişknîna malan û revandina xortan kir.
Da zanîn jî, di dema pişknîna malan de, ciwanek ji tirsa revandinê ji malê reviya, lê çekdaran gule bi awayekî rasterast li wî barandin û ew kuşt.
Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, tawan, kuştin û revandina welatiyan ji aliyê çekdaran ve berdewam e.
Tarih: 16-11-2020
FACEBOOK YORUM
Yorum