General Mezlûm Kobanî êrîşa Hewlêrê şermezar kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê peyamek belav kir û bi tundî ev êriş şermezar kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê peyamek belav kir û bi tundî ev êriş şermezar kir.
General Mezlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, armanc ji êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê, “têkdana istiqrara Herêma Kurdistanê ye.”
Mezlûm Kobanî dibêje: “Duh bajarê Hewlêrê û firokexaneya wê bûne armanca êrişeke mûşekî. Em bi tundî van core karan protesto dikin, ku armanc ji wan têkêdana istiqrara Herêma Kurdistanê ye.”
Tê nûkirin….
Tarih: 16-02-2021
FACEBOOK YORUM
Yorum