Hovîtiya namûsê! Bira serê xweşka xwe jê kir
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, jinek “ji ber parastina namûsê” ji aliyê malbata xwe ve hat serjêkirin!

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, jinek “ji ber parastina namûsê” ji aliyê malbata xwe ve hat serjêkirin!
Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, roja 29 Mijdara îsal, jineka 31 salî bi navê Sergul Hebîbî, li gundê Sûraze yê Sine, ji aliyê birayên xwe ve û bi hêceta parastina namûsê, hat serjêkirin û perçe perçekirin.
Sergul Hebîbî, xelka gundê Tiwarmela yê Sine û dayka du zarokan bû.
Li gorî agahiyan, beriya niha ew jina han bi tohmeta wê yekê ku pêwendiya wê bi xortekî re hebûye, ji aliyê hêzên asayişê ve hatibû girtin lê zû hatibû berdan.
Termê wê jinkê duhî li goristana Mihemedî ya bajarê Sine hat veşartin.
Tarih: 01-12-2020