Ji Gola Wanê 3 termên din ji hatin derxistin
Li Wanê di xebatên lêgerîna keştiya binavbûyî ya ku 27ê hezîranê di Gola Wanê da winda bûbû da cesedê 3 kesên din jî hat dîtin.

Li Wanê di xebatên lêgerîna keştiya binavbûyî ya ku 27ê hezîranê di Gola Wanê da winda bûbû da cesedê 3 kesên din jî hat dîtin.
Keştiya ku ji Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê daketibû Gola Wanê winda bûbû û xebatên ji bo dîtina cesedan dewam dikin.
Cendirme, tîmên Lêgerîna Binê Avê (SAK), Cendirmeyên Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK), tîmên Midûriya Ewlehiyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê bi cîhazên sonar û cîhazên ROWê va li herêma Girava Çarpanaxê ya ku keştî binav bûye xebatên xwe didomînin.
Di xebatên îro yên li herêmê da ekîban cesedê 2 kesan derxistibûn û di berdewamiya xebatan da yek jê zarok cesedê 3 kesên din ên wisa tê texmînkirin ku biyanî ne hatin derxistin.
Di encama xebatên lêgerînê yên heta îro hatin kirin da cesedê 45 kesan hat derxistin.
Bi wesayîtên cinazeyê ya Şaredariya Mezin a Wanê va cesed birin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.
- Bûyer
Li Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê di 27ê Hezîranê da Sedat û Medeni Akbaş bi keştiya xwe va daketibûn Gola Wanê. Ji ber ku demeke dirêj deng ji wan derneketibû mixtarê gund caw dabû rayedaran ku ew winda bûne.
Li ser vê firokeyên tê da kamerayên termal ên şevê dikarin bibînin hene bi ÎHA û botan va li golê lêgerîn kiribûn, şopa keştiyê 106,5 mêtro binê avê li nêzîkî Girava Çarpanaxê dîtibûn.
Di lêpirsînê da 5 kes hatibûn girtin.
Tarih: 17-07-2020