Li Ekewadorê 75 girtî hatin kuştin
Li gor polîsan, ji ber alozî û hewldana revê li sê zîndanên cuda yên Ekwadorê 75 girtî hatine kuştin.

Li gor polîsan, destpêkê hevrikî û nîqaş di navbera du grûpên cuda yên nav zîndanê çêbûye, ku pirsgirêka wan li ser serkirdayetîkirina çend grûpên tawan hebû. Di encam de şer di navbera wan de derketiye û hinekan jî hewl dane ji zîndanê birevin.
Ew bûyer şeva Duşemê li ser Sêşemê li sê zîndanên cuda yên Ekwador qewimiye, grûpên cuda bi kêran êrîşî hev kirine û şer û alozî li hersê zîndanan mezin bûye, herwiha hinek girtiyan çek jî bi kar anîne û di encam de 75 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Polîs Ekwadorê amaje bi wê yekê nedaye ka gelo pirsgirêk li hersê zîndanan hevdem bûye yan na, lê bûyer di yek şevê de qewimî ye.
Di demekê de ew hersê zîndan li sê bajarên cuda yên Ekwadorê ne bi navên Guayaquil, Latacunga, Cuenca.
Tarih: 23-02-2021