Li Mêrdînê hejmara nexweşên coronayê gihişt 5 hezarî
Şaxa SES’ê ya Mêrdînî, ragighand ku li bajara hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 5 hezaran bûye, 200 karmendên tenduristiyê jî enfekte bûne û nexweşxane têje bûne.

Şaxa SES’ê ya Mêrdînî, ragighand ku li bajara hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 5 hezaran bûye, 200 karmendên tenduristiyê jî enfekte bûne û nexweşxane têje bûne.
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Mêrdînê, derbarê daneyên dawîn ên vîrûsa koronayê yên bajar daxuyaniyeke nivîskî da. Şaxê, destnîşan kir ku bi pêvajoya asayîbûnê re li bajar “rêveberina bê kontrola şewbê” dest pê kiriye.
Şaxê, diyar kir ku li bajara hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 5 hezaran bûye, 200 karmendên tenduristiyê jî enfekte bûne û nexweşxane têje bûne. Şaxê, derbarê cudahiya di navbera daneyan de jî destnîşan kir ku daneyên Wezareta Tenduristiyê û daneyên rêxistinên tenduristiyê hevdû nagirin.
Tarih: 20-07-2020
FACEBOOK YORUM
Yorum