Li Mêrdîn û Şirnexê 50 kes hatin desteserkirin
Li herdu parêzgehên Mêrdîn û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê 50 endam û alîgirên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve bi tometa endambûn û piştevaniya bo PKKê hatin desteserkirin.

Li herdu parêzgehên Mêrdîn û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê 50 endam û alîgirên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve bi tometa endambûn û piştevaniya bo PKKê hatin desteserkirin.
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê şeva bihorî li ser raspardeya Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê operasyonek li sînorê wê parêzgehê pêk anîn û 28 kes ji endam û alîgirên HDPê bi tometa endambûn û piştevaniya bo PKKê desteser kirin.
Medyayên Tirkiyê belav kirine, piştî lêkolînê 7 kes ji wan desteserkiriyan hatine berdan, lê lêkolîn li gel 21 kesên din berdewam e.
Li aliyekê din Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de ragihandiye, hêzên ewlekariyê roja 15ê Sibata 2021 li Şirnexê di operasyonekê de 22 kes desteser kirine. Di daxuyaniyê de tê gotin, ew kes bi gumana ku endamên rêxistina lawên PKKê ne û hewl dane di roja 15ê Sibatê û salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan de çalakiyan bikin, hatine desteserkirin.
Parêzgariya Şirnexê daye xuyakirin, li cihê desteserkirina wan 22 kesan hêzên ewlekariyê pişkinîn pêk anîne û dest bi ser hin belgeyên rêxitinî û kelûpelên dîjîtalî de girtine.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tevî ku pêştir jî endamîn HDPê dihatin desteserkirin û girtin, lê piştî destpêkirina operasyona artêşa Tirkiyê ya bo ser Çiyayê Gare, desteserkirina endam û alîgirên HDPê gelek berfireh bûye û di nava tenê heftiyekê de nêzîkî 300 endam û alîgirên wê partiyê hatine desteserkirin.
Tarih: 16-02-2021