bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort esenyurt escort istanbul escorts escort istanbul şişli escort bayan beylikdüzü escort bayan sakarya escort bayan sakarya escort diyarbakır escort sakarya escort antep escort
porno izle porno porn izle porno sex türbanlı porno

içerik yükleniyor...Yüklenme süresi bağlantı hızınıza bağlıdır!

Li Qafqasyayê şer rawestiya, agirsbest hate îlan kirin

Azerbaycan û Ermenistanê li ser rawestandina şer û ragihandina agirbestê li herêma Nagorno Karabaxê li hev kirin.

Li Qafqasyayê şer rawestiya, agirsbest hate îlan kirin


Piştî civîna sê alî ya wezîrên derve yên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê li Moskowê ku bi destpêşxeriya Rûsyayê hat encamdan, Azerbaycan û Ermenistanê li ser rawestandina şer û ragihandina agirbestê li herêma Nagorno Karabaxê li hev kirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ragihand, herdu aliyên şerker li herêma Nagorno-Karabaxê, Ermenistan û Azerbaycan ji demjimêr 12:00ê nîvro yê Şemiyê 10ê Cotmehê ve kiryarên serbazî yên li dijî hev radiwestînin, herwiha dest bi veguherîna dîlan û termên kuştiyan dikin.

Ev agirbesta ku îro nîvro dest pê dike, demkî ye û biryar e piştre herdu aliyên şer, Azerbaycan û Ermenistan ji bo ragihandina agirbesteke hertimî derbasî qonaxa duyem a gotûbêjan bibin.

Ragihandina Lavrov a ji bo lihevkirina Yerîvan û Baku li ser agirbestê piştî danûstandineke 10 demjimêrî di navbera wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê de hat ku bi mêvandariya Rûsya li Moksowê civiyan û danûstandinên herdu aliyan bi çavdêriya Sergey Lavrov heta îro demjimêrên sibehê berdewam bû.

Ji roja 27ê Îlona îsal ve qonaxeke nû ya şer û pevçûnan di navbera hêzên Azerbaycan û Ermenistanê û hêzên ermenî yên herêma Nagorno Karabaxê de destpê kir û her zû di navbera çend rojan de şer gurr û mezin bû.

Baku û Yerîvan, hevdu bi destpêkirina şer tometbar dikin.

Piştî derbasbûna 14 rojan di ser destpêbûna şerê li sînorê herêma Nagorno Karabaxê re, Azerbaycanê ragihandiye, ku artêşa wî welatî hejmarek bajarok û gund li bakurê rojhilat û başûrê rojhilatê herêmê ji kontrola hêzên Ermenî derxistine. Cebraîl û Madagis ji giringtirîn wan cihên ser bi herêma Nagorno Karabaxê ve ne, ku artêşa Azerbaycanê di şerê vê carê de kontrol kirine.

Tevî şerê li çeperan û eniyên pêş ên şer, herdu aliyan bi mûşek û topxaneyê bajar û cihên sivîlan jî kirine armanc. Artêşa Azerbaycanê ji destpêka şer ve bi berdewamî bajarê Stepanakert, paytexta herêma Nagorno Karabaxê topbaran û mûşekbaran kiriye û Ermenistanê jî duyem bajarê mezin ê Azerbaycanê û çend bajarên din ên Azerbaycanê daye ber mûşekan.

Di encama wan êrîşan de, ji herdu aliyan welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev ragihandiye, Baku amade nîne dest ji mafên xwe yên li herêma Nagorno Karabaxê berde. Aliyev gotiye, weke “şansê dawî” ku ew didin, tenê rêyek li pêşiya Ermenistanê heye û divê Yerîvan bi tevahî hêzên xwe ji herêmê û “axa dagîrkirî” ya Azerbaycanê vekişîne.

Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihandiye, karnameya civînên Moskowê tenê derbarê rawestandina kiryarên serbazî û mijarên mirovî de ne.

Serokwezîrê Ermenistanê, Nîkol Paşîniyan jî ragihandiye, welatê wî bawerî bi çareserkirina nakokiyên li ser herêma Nagorno Karabaxê bi rêya ji hev têgihîştinê heye û tekez kiriye, Ermenistan amade ye bo destpêkirina proseya siyasî ya taybet bi vê herêmê.

Berî ragihandina agirbestê, Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihand, hêzên wî welatî li tevahiya eniyên şer di pêşveçûnê de ne û ti navçeyek ji dest nedane.

Wezareta Berevaniya herêma Nagorno Karabaxê jî ragihand, şer û pevçûn di navbera hêzên wan û artêşa Azerbaycanê de li tevahiya eniyên şer berdewam e, bi taybet li herdu eniyên başûr û bakurê herêmê.

Ji destpêka şerê vê carê yê navbera Azerbaycan û Ermenistanê ve, li gor çavkaniyên navdewletî zêdetirî 350 kes bûne qurbanî û bi dehan kes jî ji herdu aliyan, bi sedema bombebaran û topbaranan ve aware bûne.

Tarih: 10-10-2020

FACEBOOK YORUM
Yorum