Li Rojava 6 kes ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dan
Li Rojava di 24 demjimêrên bihorî de 6 kes ji pêketiyên Coronayê canê xwe ji dest dan û 77 kes jî bi vê vîrusê ketin.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Coronayê aşkere kir û ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de 6 kes ji pêketiyên Coronayê canê xwe ji dest dan û 77 kes jî bi vê vîrusê ketin.
Li gor daxuyaniyê ku li ser navê Hevserokê Desteya Tendirustiyê, Dr. Ciwan Mistefa hatiye dan, ji wan 6 pêketiyên Covid-19 ku di nava 24 demjimêrên bihorî de canê xwe ji dest dane, 3 kes ji Şehbayê, du kes ji Qamişlo û kesek ji Hesekê ye.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser daye xuyakirin, ji wan 77 kesên ku herî dawî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi vîrusa Covid-19 ketine, 42 mêr û 35 kes jî jin in, ku 9 kes li Hesekê, 9 li Dêrik, 7 li Qamişlo, kesek li Amûdê, 5 li Kobanî, 11 li Reqa, 9 li Tebqa, 23 kes li Şehba û 3 kes jî li Minbicê ne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku herî dawî 13 kes ji pêketiyên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de ji vê nexweşiyê baş bûne.
Bi van amarên nû re, li navçeyên Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve heta niha 7,031 kes bi vîrusa Covid-19 ketine, ku 195 kes ji wan canê xwe ji dest dane û 1032 kes jî baş bûne.
Tarih: 30-11-2020