Li Sêweregê şerê eşîran, 2 keshatin kuştin
Li navçeya Sêweregê ya ser bi parêzgeha Ruhayê ya Bakurê Kurdistanê li ser kêşeyên milkdariyê di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Li navçeya Sêweregê ya ser bi parêzgeha Ruhayê ya Bakurê Kurdistanê li ser kêşeyên milkdariyê di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Bûyer îro Yekşemê 29ê Mijdarê li gundê Darê yê ser bi qezaya Sêweregê ve çê bûye.
Li gor agahiyan, li mezaraya Şêx Ceifer li nêzîkî gundê Darê di navbera du malbatan de ji ber kêşeyên li ser milk û zeviyan, alozî derket û di demeke kin de ew alozî veguherî şerekî dijwar û herdu aliyan rahêjtin çekan û gulle berdane hev.
Di encama teqeyan de, du kesan jiyana xwe ji dest dan, herwiha hejmarek kes jî birîdnar bûn, lê hejmara birîndaran hêj nehatiye zanîn.
Li gor zanyariyan, kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, nasnameya wan Kutbizade Yaygan û Hacî Turk bûye.
Piştî bûyerê, hejmareke zêde ji hêzên ewlekariyê çûne cihê şer û dest bi lêkolînê kirine.
Herwiha birîndarên bûyerê jî bi ambulansan rakirine nexweşxaneya Sêweregê.
Hêj nehatiye zanîn, ku têkildarî bûyerê ti kes hatiye girtin an na.
Tarih: 30-11-2020