Li Semsûrê du malbat şer kirin; 7 kes hatin kuştin
Li Kehtaya navçeya Adiyemanê şerê çekdarî derket, di şer da 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin sitandin, li Dolucaya gundê Kehtayê di navbera du malbatên neyarên hev da şer derket. Di şer da sîlah hatin kişandin, 7 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.
Walî Çuhadar got ku ji bo lêkolînan bike û agahiyan bistîne çû Kehtayê û ji rayedaran agahî hildan.
- "Ez eqlêselimiyê pêşniyazî malbatan dikim"
Çuhadar paşê derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Kehtayê bû û der barê rewşa birîndaran da bi rayedaran ra hevdîtin kir û daxuyanî da rojnamevanan. Walî Çuhadar diyar kir ku di navbera du malbatên ku li gundê Çamdereyê ya navçeya Sîncîkê dijîn û berê di navbera wan da neyartî hebûn da şerê çekdarî qewimî û wiha axivî: "Ji bo ku li gund bûyerên nû dernekevin hem ewlehî hem jî hêzên me yên cendirmeyan halêhazir da tevdîrên ewlehiyê hildane. Hêviya me ya herî mezin ew e ku bûyerên bi vî rengî neqewimin. Ez eqlêselimiyê pêşniyazî malbatan dikim."
Di vê navberê da di lêkolîna ku hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê kirin da gelek kewarên vala hatin dîtin.
Lêkolînên ekîban ên li herêmê dewam dikin.
Tarih: 06-02-2021