Li Şirnaxê xortek 18 salî bavê xwe kuşt
Li parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê xortekî 18 salî bavê xwe bi kêrê kuşt.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidest xistin di navbera kesê bi navê A.E yê 18 salî û bavê wî H.E yê 48 salî, li mala wan a li devera Avahiyên Afetê li Şirnexê, nîqaş derket.
Li gor zanyariyan nîqaşa di navbera bav û kur de piştî demekê veguherî şer û wî ciwanê 18 salî bi kêrê bavê xwe birîndar kir.
Li ser agahdarkirina cîranan hêzên emnî û tîmên hawarçûnê giihştin cihê bûyerê.
Kesêbi navê H.E ku di êrişa kurê xwe de birîndar bûbû bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat rakirin. Lê tevî hemû hewldanan jî H.E ji ber birîna xwe ya giran nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Li aliyê din ew ciwanê 18 salî jî ku xweradestî hêzên polîs kir, got ku bavê wî demeke dirêj e alkolê vedixwe û li dayika wî dida, lewma danê êvarî dîsa nîqaş di navbera wan de derket û di encamê de wê bûyerê rû daye.
Ew ciwanê 18 salî piştî proseya wergirtina îfadeyan li navenda polîs, dê bo dadgehê bê şandin.
Ji aliyê hêzên emnî ve derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Tarih: 06-02-2021