Mazlûm Kobanî: Em hêvîdar in Biden xeletiyên Trump sererast bike
Fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand, ew hêvîdar in rêveberiya nû ya Amerîka xeletiyên ku Trump derheqê Rojavayê Kurdistanê de kir, sererast bike.

Fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand, ew hêvîdar in rêveberiya nû ya Amerîka xeletiyên ku Trump derheqê Rojavayê Kurdistanê de kir, sererast bike.
Fermandeyê giştî yê HSDê, Mezlûm Ebdî ji malpera erebî ya Şerqul Ewset re gotiye, daxwaza wan ew e rêveberiya nû ya Amerîka bi serokatiya Joe Biden bandora Amerîka li Sûriyê zêdetir bike û ew xeletiyên ku rêveberiya Turmp li hember Rojavayê Kurdistanê kir, sererast bike.
Mezlûm Ebadî li ser pêwendiya wan bi PKKê re jî gotiye, ew û PKK “bira” ne lê ti pêwendiyeka organîk di navbera wan de nîne. Ji ber HSDê hêzeka serbixwe ye û xwedan pilan û stratejî ye bo paşeroja Sûriyê.
Tarih: 06-02-2021