Serok Barzanî Wezîrê Karê Derveyê Îranê qebûl kir
Serok Mesûd Barzanî , li Pîrmam pêşwazî li wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mehemed Cewad Zerîf kir.

Di çarove ya serdan xwe de bo Herêma Kurdistanê, Cewad Zerîf li gel Serok Mesûd Barzanî civîya.
Di civînê de herdû alîyan pirsên cudayên di navbera Herêma Kudistanê û Komara Îslamîya Îranê gengeşe kirin.
Wezîrê derveya Kormara Îslamîya Îranê evro Êvarî li gel şandekê ji Bexda hate Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û ji alîyê cêgirê serokê Herêma Kurdistanê, Ceifer Şêx Mistefa û Berpirsê fermangeha peywendîyên derve yên Herêma Kurdistanê ve, Sefîn Dizayî hat pêşwazîkirin.
Piştî rêresma pêşwazîyê ji alîyê Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê hat pêşwazîkirin û herdû alîyan civînyan û piştî civînê jî konfiranseka rojnamevanî encamdan û tekz li ser pêşxistina peywendîyên dostaneyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamîya Îranê hat kirin.
dûv re jî, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li Zerîf kir, û civînek encamdna.
Tarih: 20-07-2020